top of page

Hamid

Hemîd bi tena serê xwe hat Brîtanyayê. Niha ew derçûyê Endezyariya Aeronautîk e. 

Ez di 16 saliya xwe de ji Afganistanê hatim Brîtanyayê. Sedema rêwîtiya min pevçûn bû, ku di encamê de her du dêûbavên min winda bûn. Pêşî ez neçar bûm ku bi wê êşê re rû bi rû bim. Di rêwîtiya tenêtiyê de rêyek min tune bû. Min nizanibû ez diçim ku derê.

Pirsgirêka perwerdehiyê dema ku ez di pêvajoya serlêdana zanîngehê de bûm dest pê kir. Ji min re gotin ku ji ber rewşa xwe ya demkî nikarim zanîngehê bixwînim. Di wê nuxteya jiyana xwe de min hîs kir ku ez li ber keviya felaketê me. REUK hat û bi taybetî piştî hevdîtina bi xebatkara REUK'ê Sarah re, min ji nişka ve dest bi geşbîniyê kir û bawer kir ku hîn jî hêvî heye.

Sarah, û paşê Emily, alîkariya min kir ku ez rewşa xwe bi zanîngeha ku cîhek pêşkêşî min kiribû ragihînim û ji vê zanîngehê piştgirîya darayî ya zêde peyda bikim da ku bikaribim dest bi qursa xwe bikim. Min dest pê kir ku ez bifikirim ku kesek heye ku dikare li min guhdarî bike û bi rastî min fêm bike. Ev di jiyana min de xalek girîng bû û ez ê tu carî hêviya ku REUK û Sara dane min ji bîr nekim.

Ez çiqas matmayî mam ku min çiqas piştgirî girt. Di dawiyê de min bi piştgiriyek tam a REUK, nemaze Sarah û Emily, ku di vê pêvajoyê de alîkariya min kirin û gav bi gav rêberiya min kirin, min karî rê li zanîngehê bibînim. Ez dixwazim peyamekê bişînim kesên ku heman meseleya min heye: hê jî hêvî heye.
bottom of page